ji aliyê zanîngeha dîcleyê ve li sûra qedîm bernameya xwendina helbestan hat lidarxistin. di bernameyê de kurdî, tirkî, erebî û farisî jî di nav de bi deh zimanan helbest hatin xwendin û atmosfereke xweş çêbû.
Li Sûra qedîm a Amedê ji aliyê Zanîngeha Dîcleyê ve çalakiya xwendina helbestan hat lidarxistin.
Bername li Dêra Katolîk a Ermeniyan ku weke navenda çandê jî tê bikaranîn bi rêve çû.
Ji aliyê 21 kesî ve bi 10 zimanên cuda helbest hatin pêşkêşkirin.
Helbestxwîn bi rêzê derketin ser dikê û hunerên xwe yên xwendina helbestan nîşan dan.
Ji helbestên Gote û Sezaî Qereqoç bigirin heta yên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran gelek helbest hatin pêşkêşkirin.
Beşdar ji bernameyê kêfxweş bûn û xwestin çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin.
Bername piştî xwendina helbestên ji hev xweştir bi dawî bû.