Li Suruçê yekem kooperatîfa jinan hat vekirin

Li Rihayê, li Deşta Sirûcê jinên jêhatî hene ku bi keda xwe balê dikişînin.

Li Suruçê yekem kooperatîfa jinan hat vekirin

Li deşta Sirûcê yekem koperatîfa jinan vebû. Kooperatîf 7 jinên jêhatî bi hev re ava kir. Niha 15 endamên wê, zeviyan diçînin û radikin. Kooperatîf karê îsot, salçe û tirşê hinaran dike.

Li Rihayê, li Deşta Sirûcê jinên jêhatî hene ku bi keda xwe balê dikişînin.

7 xanimên şareza Kooperatîfa Hilberîna Çandînîyê Kîbele ava kir. Kîbele, li heremê yekem koperatîf e ku jin birêve dibin.

Niha jinên Pirsûsî li erdên berhemdar xurekên demsalî dihilberînin.

Îsotên hişkkirî, salçe û tirşê hinaran berhemên wan ên sereke ne.

Serkeftina jinan ji bo kewaniyên din jî dibe mînak.

Hejmara jinên xebatkar niha gihiştiye 15an û her ku diçe ev zêde dibe.

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE