Li Îmranliya navçeya Sîvasê otobêsa rêwiyan wergeriya û li gor agahiyên ewilîn 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, otobêsa rêwiyan a ku Gurkan Çelîk (42) diajot, plaqeya wê 16 ABN 467 e û ji Erziromê diçû Enqereyê, li navçeya Îmranliyê texma gundê Kemreliyê wergeriya.
Li ser cabdayînê gelek ekîbên tenduristî û xelaskirinê çûn cihê qezayê. Hin birîndarên ku di otobêsê da asê mabûn, ji aliyê ekîbên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Îmranliyê va hatin xelaskirin.
Li gor agahiyên ewilîn 20 kes birîndar bûn û birîndar rakirin Nexweşxaneya Nimûneyê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cumhuriyet û Nexweşxaneya Navçeya Îmranliyê.
AA