Li Sêwasê ji ber barîna berfê rêya 267 gundan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, ji ber barîna berfê ya ku li bajêr tesîra xwe didomîne, rêya 267 gundan hat girtin.
Ji bo vekirina rêyên girtî bi 136 personel digel 32 greyder, 22 barbir, 6 dozar, 7 kamyona bi kêra berfê û 26 jî kamyonên servîsê va xebatên xwe didomînin.
AA