Li Koyulhîsara navçeya Sêwasê kanala HESê teqiya, 2 wesayîtên ji rêbeja D-100ê ra derbar dibûn biroda çûn, 6 kesên hatin xilaskirin jî rakirin nexweşxaneyê.
Salih Ayhanê Walî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di encama teqîna kanala HESê da avê da ser rêbejaya D-100ê.
Ayhan diyar kir ku kanal li Koyulhîsarê teqiya û wiha got: "2 wesayît hatin xilaskirin. 6 Welatiyên me jî sax hatin xilaskirin."
Ayhan destnîşan kir ku av birîn û qapax hatin girtin û wiha axivî: "Av tê texliyekirin. Di kontrolê da ye lêbelê hê nayê zanîn ku gelo welatiyên me yên din jî hene an tune ne."
Yalçin Kirilmazê Amirê Ekîba Komeleya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Şaredariya Suşehriyê jî got:
"Dema em hatin dewsa bûyerê av hebû. Qêrîn dihatin bihîstin. Meriv nikaribû ji avê derbas bibûya. 2 kes derketibûn ser wesayîtê û alîkarî dixwestin. Me bend dirêj kir û ew xilas kirin. Paşê xwediyê wesayîtê got ku 2 kes biroda çûn. Me dest bi xebatan kir û 200 mêtre wê da dengê pîrekî hat. Di avê da mabû û serma dikir. 10 mêtre ji jinikê wê da me zareke qîzîn a 9-10 salî dît û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Ensar (35), Nusret (31), Aydanur (15), Nafiye (59) ve Ezgi Kula (9) û Muslum Çelik (66)ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Suşehriyê.
AA