Li Tatvanê hunera li ser hêkan

Jinên Tatvanî hêkan dineqşînin

Li Tatvanê hunera li ser hêkan

Li Tatvanê Bitlîsê jin, bi ked û hunera xwe li ser hêkan neqşên cuda cuda çêdikin. Hunera hêkan eleqeyeke mezin dibîne.

Li Tatvanê jina bi navê Şazime Hanci di zanîngeha Bilîsê de piştî ku ji beşa pîşeyê ya Xelatê mezûn bû dest bi hunera destkariyê kir.

Hanci li Tatvanê niha atolye vekiriye û bi çend jinan re hêkan dineqşîne.

Neqşandina hêkan tevî hunerê baldariyeke mezin dixwaze.

Bi qasî 3 meh in atolyeya destkariyê vekiriye.

Li atolyeyê neqşandina hêkên mirîşkan, ên heştirme, qaz û elokan jî tê kirin.

Ligel vê gelek hunerên din jî tên pêşxistin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE