"Li TBMMê nêzîka 1300 dosyayên parêzbendiyê hene"

Serokê TBMMê Mustafa Şentop: "Li TBMMê nêzîka 1300 dosyayên parêzbendiyê hene"

"Li TBMMê nêzîka 1300 dosyayên parêzbendiyê hene"

Serokê TBMMê Mustafa Şentop ragihand, "Li TBMMê nêzîka 1300 dosyayên parêzbendiyê hene. Ev hejmareke bilind e. Bûna ewqas fezlekeya rakirina parêzbendiyan li TBMMê tabloyeke Vahîm e. Ji bo Tirkiyeyê tabloyeke baş nîn e. 

Şentop herwiha got, "Di rewşa Omer Faruk Gergerlioglu de mijara Enîs Berberoglu weke emsal tê nîşandan. Qiyaseke rast nîn e."

Serokê TBMMê Şentop derbarê binçavbûna Gergerlîoglu li Meclisê wiha got, "Maddeya 170yemîn a Rêziknameya TBMMê tê gotin; 'dema di avahiyê û hewşa Meclisê de suc bên kirin, heke suceke ku dozgerî rasterast bikare lêpirsînê bike, talîmata dozger tê cîbicîkirin.' Hevalên me yên li wêderê wezîfedar, talîmata ku ji dozgeriyê hat cîbicîkirin."

Şentop bal kişand ser îdiaya ku dema Gergerlîoglu ji bo nimêja sibehê destnimêj digirt hat binçavkirin got, "Ajotina vê nîqaşê di ser nimêj û destnimêjê re, weke rêbazeke FETOyî dibînim."

Serokê TBMMê Şentop: "Nirxandina rêlibergirtina tundûtûjiya li hember jinan, têkoşîna dijî tundûtûjiyê digel Peymana Stenbolê, herweke ku hevseng bin, rast nîne ."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE