Li TBMMyê "biryara Ermeniyan" a Senatoya Amerîkayê hat şermezarkirin

Di Lijneya Giştî ya TBMMyê ya metna biryarê ya ku "biryaa Ermeniyan" a Senatoya Amerîkayê red û şermezar dike hat qebûlkirin

Li TBMMyê "biryara Ermeniyan" a Senatoya Amerîkayê hat şermezarkirin

Di Lijneya Giştî ya TBMMyê ya metna biryarê ya ku "biryaa Ermeniyan" a Senatoya Amerîkayê red û şermezar dike hat qebûlkirin. 

Di Lijneya Giştî ya TBMMyê da metna biryarê ya bi îmzeya Mustafa Şentopê Serokê TBMMyê hat xwendin û dengdayîn hat kirin. Komên AK Partî, CHP, ÎYÎ Partî û MHPyê dengê qebûl dane metna biryarê, koma HDPyê jî red kir.

Di metna biryarê ya ku hat qebûlkirin da hat gotin ku "Senatoya Amerîkayê rastiyên dîrokî averê kirin û rêbazên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî tune hesibandin, îdiayên di mijara qaşo komkujiya Ermeniyan da qebûl kirin, em wek Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê vê biryarê şermezar û red dikin."

Di metnê da hat diyarkirin ku tu qîmeta hiqûqî ya vê biryarê tune û Senatoya ku piştî heyama hilbijartinê ya muteaqîb ava bibe girê nade, ev yek bi awayekî eşkere parçeyeke lîstika siyasî ya qirêj e û wiha hat gotin: "Ev yek li ser bingeha basît a polîtîkaya kêyfî û rojane da xwendina dîrokê ye, helwesteke bêqîmet e. Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê dubare dike ku der barê bûyerên dîrokî da hikim dayîn karê parlementoyan nîne."

Di metnê da hat bibîrxistin ku pêşnûmaya biryarê ya qaşo ya komkujiya Ermeniyan berê niha jî gelek caran hat Senatoya Amerîkayê û hat redkirin û wiha hat gotin: 

"Watedar e ku berjewendiyên Amerîkayê kengî ne li gor polîtîkayên Tirkiyeyê be vê mijarê tînin rojeva Senatoyê. Ya rast mijar mijara Ermenî û bûyerên 1915an nîne, Ermenî jî bûyerên dîrokî jî xema Senatoya Amerîkayê nînin; Tirkiye heke ne li gor îradeya gelê me yê ezîz li gor daxwazên Amerîkayê polîtîkayeke guncav bike dê ne Ermenî ne jî bûyerên 1915an bê rojeva Senatoya Amerîkayê."

Di metnê da hat ragihandin ku helwesta Tirkiyeyê ya di vê mijarê da zelal û diyar e û wiha axivî: 

"Heke rastiyên dîrokî bê meraqkirin û girîngiyê bidin wan zanyar bi lêkolînên ewle dikarin raya giştî ya dinyayê agahdar bikin. Tirkiyeyê arşîvên xwe yên dewlemend Ermenî jî di nav da ji hemû lêkolîneran ra vekirye lêbelê yên herî girîng jî di nav da arşîvên Ermenistanê nehatin vekirin. Bi veşartina agahî û belgeyan, hember propagandaya reş û helwestên nijadperest serî tewandin Senatoya Amerîkayê jî di nav da li parlementoyan nayê. Mitefîqî û dostaniya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da ya çendî salî dikin aletê hesabên tarî em ji ber vê yekê gelekî xemgîn in. Senatoya Amerîkayê êdî mecbûr e ku bi vî barê wijdanê yê ku li dîroka xwe zêde kir bijî. Tirkiye bi tu awayî guh nade vê biryara Senatoya Amerîkayê û amûrên tehdeya bi vî rengî û dê berjewendiyên xwe yên neteweyî yên li herêma xwe û ewlehiya xwe bi biryardarî bidomîne.

Ev biryara Senatoya Amerîkayê hem ji hêla dîrokê va hem jî ji aliyê hiqûqî va hem jî li ba gelê Tirk û gelên dinyayê yên xwedî însaf di hikmê tune da ye. Em biryardariya hevpar û piştevaniya gelê xwe ya dijî vê biryarê îfade dikin, di çarçoveya muteqabiliyeta navneteweyî da bersivdayîna hewce wekî heqekî dibînin. Ez bi van fikran bi temamî şermezarkirina biryara mezkur a Senatoya Amerîkayê, redkirin û tune hesibandina wê  û biryara ku Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê sitand di Rojnameya Fermî da bê weşandin erzî teswîbên Lijneya Giştî dikim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE