Di qezaya trafîkê ya li Çorluya navçeya Tekirdaxê qewimî da 5 kes mirin.
Li gor agahiyên destketî li ser rêya TEMê tir û trimbêlek li hevdu qelibîn.
Kesên li herêmê piştî qezayê caw dan rayedaran, li ser vê agahiyê gelek ambulans, agirkuj û polês şandin cihê qezayê. Trimbêla ku di qezayê da agir pê ket, bi destê ekîbên agirkujiyê hat temirandin.
Li gor tesbîtên pêşîn di qezayê da 5 kes mirine.
Ji ber qezayê rêya TEMê ji trafîkê ra hat girtin.