Li Tel Abyadê alîkariya mirovî li hewcedaran belav kirin

Li Tel Abyadê alîkariya mirovî li hewcedaran belav kirin

Berî eydê alîkariya kolîya xurekê dan hewcedarên li Tel Abyada navçeya Sûriyeyê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Rihayê li navçeya Tel Abyadê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat xalîkirin bi kordînasyona Navenda Kordînasyon û Piştgiriyê ya Sûriyeyê ya Walîtiya Rihayê (SUDKOM) bi organîzeya AFADê alîkariyên mirovî didin Sûriyeyiyan. Di vê çarçoveyê da li Şerqiyeya gundê Tel Abyadê koliya xurekê dan 60 malbatên hewcedar ên ku berê hatibûn diyarkirin.

Malbatên Sûriyeyî spasiya Tirkiyeyê ya ku berî eydê hewcehiyên wan pêk anîn û xebatkarên AFADê yên ku di her rewşê da li ba wan in kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE