Li Tetwanê malbatên neyar hatin lihevhanîn

Piştî tîlaweta Qur'ana Kerîm û diayan, Qaymeqam Tekin Erdemir axivî û diyar kir ku ew ji bo wesîleyeke qenc hatin cem hev.

Li Tetwanê malbatên neyar hatin lihevhanîn

Li Tetwana navçeya Bidlîsê du malbatên neyar hatin lihevanîn.

Di navbera malbatên ku li taxên Dumlupinar û Fatihê dijîn da bi qasî 7 meh berê neyariya ku bi birîndarbûna 2 kesan va dest pê kir, bi merasima li Salona Pêşangeh û Konferansê ya Şaredariya Tetwanê va bi dawî bû.

Piştî tîlaweta Qur'ana Kerîm û diayan, Qaymeqam Tekin Erdemir axivî û diyar kir ku ew ji bo wesîleyeke qenc hatin cem hev.

Erdemir bal kişand, hewl hat dayîn ku malbat destên xwe bidin hev û wiha dewam kir:

"Digel mirovên dînî, rîspî, midûrên saziyan û nûnerên partiyên siyasî me pir hewl da ku em malbatan li hev bînin. Herdu malbatan destên xwe dan hev. Li taxên me aramî çêbû. Xwedê ji wan hemû kesan razî be ku bûn wesîleya lihevhatina malbatan. Ez her wiha sipasiya malbatên li hev hatin jî dikim."

Şaredar Mehmet Emin Geylanî jî kêfxweşiya xwe ya ji ber lihevhatina malbatên neyar anî ziman.

Şaredarê Bidlîsê Nesrullah Tanglay, Miftiyê Parêzgehê Faysal Geylanî, Miftiyê Navçeyê Zahit Demirel, rîspî, mirovên dînî, nûnerên saziya civaka sivîl û her wiha nûnerên partiyên siyasî beşdarî bernameyê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE