Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê ji 71 milyonî derbas bû

Amerîka bi 16 milyon û 137 hezar û 40 waqieyan va welatê herî zêde lê waqie heye.

Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê ji 71 milyonî derbas bû

 Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 71 milyonî derbas bû.

Li gor malpera Worldometersa ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di şewba ku li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belavî tevahiya dinyayê bû da jimara waqieyan bi tevahî derket 71 milyon û 168 hezar û 90î.

Amerîka bi 16 milyon û 137 hezar û 40 waqieyan va welatê herî zêde lê waqie heye.

Piştî Amerîkayê bi 9 milyon û 826 hezar û 31 waqieyan va Hindistan, 6 milyon û 794 hezar û 910î ra Brezîlya, 2 milyon û 597 hezar û 711 waqieyan va Rûsya, 2 milyon û 351 hezar û 372an va Fransa, milyonek û 809 hezar û 455an va Îngiltere, milyonek û 805 hezar û 873yan va Îtalya, milyonek û 780 hezar û 673yan va Tirkiye, milyonek û 741 hezar û 439an va Îspanya, milyonek û 482 hezar û 216an va Arjantîn, milyonek û 399 hezar û 911an va Kolombiya û milyonek û 290 hezar û 135an va Almanya tê.

Ji ber Kovîd-19ê li tevahiya dinyayê milyonek û 597 hezar û 48 kes mirin, 49 milyon û 412 hezar û 357 kes ji vîrusê filîtîn û baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE