Wezareta Karên Navxweyî dê sibê li tevahiya welêt kontrola tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bike.
Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyan ra giştînameyeke bi sernavê "Di Çarçoveya Tevdîrên Kovîd-19ê da Kontrola 4ê Îlona 2020an" şand.
Li gor giştînameya ku bi dirûşmeya "Ji bo me hemûyan tenduristî" hat weşandin dê sibê tevahiya Tirkiyeyê bi beşdariya walî, qaymeqam, şaredar, mixtar û yekîneyên ewlehiyê tevdîrên Kovîd-19ê bên kontrolkirin.
Dê cezayê bidin kesên ku ji bo tenduristiya gel xetereyeke mezin in û dijî rêbazan tevdigerin.
AA