Li tevahiya Tirkiyeyê sînordarkirina derketina derva ya çar rojî dest pê kir

Sînordarkirina derketina derva ya ku dê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû da li 81 bajêran 4 rojan dewam bike dest pê kir.

Li tevahiya Tirkiyeyê sînordarkirina derketina derva ya çar rojî dest pê kir

 Sînordarkirina derketina derva ya ku dê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li 81 bajêran di 23-24-25 û 26ê gulanê da bê tetbîqkirin dest pê kir. 

Bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî heta 26ê gulanê roja sêşemê saet 00.00ê ji bilî îstisnayan derketina derva ji bo hemû welatiyên li nav sînorên 81 bajaran da hat sînordarkirin.

Sînordarkirina 4 rojî ya ku dê roja Erefeyê û seranserê Eyda Remezanê li 81 bajêran bê tetbîqkirin  dê roja erefeyê market, beqal, mêwefiroş, qesab û êmîşfiroş di navbera saet 10.00-17.00ê da bikarin fealiyet bikin. Di nav heman saetan da jî dê wekî serwêsa malê bikarin firotinê bikin.

Rojên eydê dê market, beqal, mêwefiroş, qesab, êmîşfiroş û cihên firotina online dikin girtî bin.

Di 23-26ê gulanê da dê firûn û kargehên memulên arvan difroşin vekirî bin û tenê bikarin nan û şêranî bifroşin.

Welatiyên 65 salî û jê mezintri roja ewil a eydê dê bikarin derkevin derva

Welatiyên 65 salî û jê mezintir û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene heke hewcehî çêbe bi kesên ku refeqatê wan bikin ra dê bikaribûn saet di navbera 14-00-20-00ê da di nav sînorê meşê da û bi şertê ku guh bidin rêbaza msefaya civakî dikarin derkevin derva.

Roja yekem ya eydê xizmên şehîdan û ksên refeqatê wan dikin dê bikaribin goran ziyaret bikin. Heke daxwaz bikin dê walîtî û qaymeqamtî veguhestina wan pêk bînin.

Ji bo kesên ku guh nadin biryaran dê miameleyên qanûnî bên tetbîqkirin

Jib o welatiyên ku guh nedin biryarên hatine hildan dê li gor madeya 282yemîn a Qanûna Hifzissihahyê ya Umumî dê di serî da birîna cezayê pereyê yê îdarî miameleyên edlî bidin destpêkirin.

Sînordarkirina derketina derva dê şeva sêşemê saet 00.00ê da biqede.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE