Li tevahiya Türkiyeyê de rewşa hewa

Tê texmînkirin li tevahiya Türkiyeyê îro şilî, şilope û berf dê bibare

Li tevahiya Türkiyeyê de rewşa hewa

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro li tevahiya welêt hewa dê pir û perçe ewrayî be. Li rojhilatê Marmarayê, bakurê Egeya Navîn, Rojhilatê Behra Spî, başûr û rojhilatê Anadoluya Navîn, Behra Reş, Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê şilî, şilope û berf dê bibare.

Li gorî vê, li Qeraxên Behra Spî, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û başûrê rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê îro şilî, li ciyên mayîn jî şilope û berf dê bibare. Her wisa li Malatya, Erzincan, Bitlis, Muş, Tunceli, Bingöl, Hakkari û Şırnakê jî li ciyên bilind berfeke zêde dê bibare.

Her wisa tê texmînkirin ku li Herêma Marmarayê û herêmên navîn û rojhilatê welêt cemed û hişkiyê çêbe. Dîsa li herêmên hundir ên Behra Reş a Rojhilat û rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê jî xetereya şepeyê heye.

Ba jî dê bi piranî ji hêla bakur û rojhilatê bakur, li herêmên rojhilatê ji başûr û rojavayê başûr nîveqewî, li Marmara û Behra Spî bihêz (40-60 kîlometre/saet), li Ege, başûrê Anadoluya Navîn, Behra Spî ya Rojava û Rojhilatê Anadoluyê jî bahoz û cih cihan bahoza bihêz (70-90 kîlometre/saet) rabe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE