Li tevahiya Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Li tevahiya Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Qedexeya derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li tevahiya welêt hebû ji saet 05.00î pê va xelas bû.

Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da ji bo ku di meha hezîranê da rewşa ber bi normalbûnê ya gavbigav bê meşandin giştînameyek ji walîtiyan ra şandibû.

Di giştînameyê da hatibû eşkerekirin duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în û şemiyê di navbera saet 22.00-­05.00î da, rojên yekşemê jî ji saet 22.00î pê va heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê qedexe be.

Di vê çarçoveyê da li tevahiya Türkiyeyê qedexeya derketina derva ya ku roja şemiyê di saet 22.00î dest pê kiribû îro di saet 05.00î qediya.

Kabîneya Serokomariyê di 21ê hezîranê da bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan civiyabû û biryar hatibû dayîn ku ji 1ê tîrmehê pê va qedexeya derketina derva tevahî ji holê bê rakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE