Li Adveniyeya Telabyadê eşîr û qebîleyên Sûriyeyê ji bo aştî û aramiya herêmê civiyan. Di civînê de bi dehan serokeşîr li dijî êrîşên terorî bertekên xwe nîşan dan û gotin em hemû pêkhateyên sûriyeyê di nav aştî û biratiyê de ne. Em yekpareya sûriyeyê dixwazin, bila biyanî ji axa me derkevin..
Li Adveniya Telabyadê piştî şoreşa Sûriyeyê eşîr û qabîleyên Sûriyeyê ji bo nexşerêyeke nû civiyan.
Di nav eşîran de Kurd, Ereb, Tirkmen, Sunî, Mesîhî û Êzîdî jî tê de girseyeke gelekî mezin hebû.
Di rojeva eşîr û qebîleyan de êrîşên terorî, wesayîtên bombebarkirî, kontrola petrola deverê û aramî hebûn.
Serokeşîr ev kongreya sêyem e ku bi awayekî girseyî dicivin û li ser probleman diaxivin..
Bi sedan serokeşîr bal kişand ser yekîtiya Sûriyeyê û li dijî projeyên perçekirinê derketin.
Beşdar bi tundî li dijî Daeş, Ypg, Îran û rejîma Esed derketin..
Di civînê de êrîşên rejîmê û rêxistinên terorî bi tundî hate şermezar kirin.