Li Tirkiyeyê 157 hezar û 516 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 41 hezar û 316 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1214 kesan,. Di 24 saetên dawîn da 23 kes mirin, 1494 kes baş bûn.

Li Tirkiyeyê 157 hezar û 516 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1214 kesan, 23 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 185 hezar û 245, jimara miriyan derket 4 hezar û 905an. 

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 41 hezar û 316 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1214 kesan,. Di 24 saetên dawîn da 23 kes mirin, 1494 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 2 milyon û 863 hezar û 632yan, jimara waqieyan derket 185 hezar û 245an jimara wefatan jî derket 4 hezar û 905an.

Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte 769, jimara nexweşên girêdayî cîhazan bêhnhildanê 310 jimara nexweşên baş bûn jî bi tevahî 157 hezar û 516 e.

- Li Stenbol û Enqereyê jimara waqieyan a herî kêm ya hefteya dawîn

Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca der barê daneyan da ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirin kir û got ku "Stenbol û Enqereyê hefteya dawîn serkeftîna jimara waqieyên herî kêm nîşan da. Kêmbûna jimara waqieyên nû yên li tevahiya welêt dewam dike. Jimara waqieyên me yên baş bûnwekî duh îro jî li ser jimara waqieyên nû ye. Tevdîr heke dualî be encamê dide."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE