Li Tirkiyeyê hejmara kesin ji Kovîd-19ê rehet bûn çiqas e?

Li Tirkiyeyê hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 33 hezar û 791ê...

Li Tirkiyeyê hejmara kesin ji Kovîd-19ê rehet bûn çiqas e?

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 131 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin. 95 kesan canê xwe ji dest da, hejmara miriyan bi giştî gihişt 2 hezar û 900î.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 20 hezar û 143 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 2 hezar û 131 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Di 24 saetên dawîn de 95 kesan canê xwe ji dest da, 4 hezar û 651 nexweş rehet bûn. Bi giştî 918 hezar û 885 test hatine kirin. Heta nuha 112 hezar û 261 pêketî hatin teşxîskirin. Hejmara miriyan bi giştî gihşt 2 hezar û 900î. Hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 33 hezar û 791ê."

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de 1736 ye, 882 nexweş jî girêdayî ventîlatorê ne.

- "Em gihiştin wê hejmarê ku di nava rojekê de herî zêde nexweş rehet bûn"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe de wiha got, "Em gihiştin wê hejmarê ku di nava rojekê de herî zêde nexweş rehet bûn. Ji ber ku hejmara temaskar û jîngeha temasê kêm bû, kêmbûna hejmara testan jî berdewam bû. Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de û yên entube didome. Em vê serkeftinê navêjin rîskê."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE