Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 357 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin. Hejmara pêketiyan gihişt 110 hezar û 130î. 99 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest da, hejmara miriyan gihişt 2805an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 30 hezar test hatin kirin. 2 hezar û 357 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.
AA