Tê texmînkirin ku li tevahiya Tirkiyeyê îro hewa dê perçe û kêm ewrayî be.
Li gorî nirxandinên dawîn ên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo tevahiya Tirkiyeyê berf û baran nayê pêşbînîkirin û herwiha tê texmînkirin ku hewa dê perçe û kêm ewrayî be.
Tê pêşbînîkirin ku li milê hundir, rojhilat, Behra Reş a Rojava û rojhilatê Marmarayê dê destê sibehê û nîvê şevê cih cihî mij û bûsî, li milên hundir û rojhilatê herwiha dê destê sibehê û nîvê şevê hişkî û cemedê bikeve erdê.
Tê texmînkirin ku di germahiya hewayê da dê guhertineke girîng çênebe û herwisa ba jî wê bi piranî ji milên rojhilat û başûr nerm û car carî jî nîveqewî were.
Li benda wê yekê nînin ku li behran firtone rabe.