Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 218 hezar û 957 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 6 hezar û 933 kes pozîtîf derketin, 134 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 218 hezar û 957 test hatin kirin, testa 6 hezar û 933 kesan pozîtîf derket, 134 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 582.
Hejmara nexweşên giran bû hezar û 390. Di 24 saetên dawîn de 10 hezar û 763 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 105 hezar û 42.
Hejmara testan gihişt 53 milyon û 919 hezar û 848, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 242 hezar û 911, hejmara miriyan bû 47 hezar û 405.
Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 61.9 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 29,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.