"Li Tirkiyeyê tu pirsgirêka azadiya çapemeniyê nemaye"

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun:"Vê heyamê di demokrasî, mafên mirovî û azadiya xwe îfadekirinê da Tirkiyeyê pêngavên girîng avêtin. Bi saya vê medya mezin bû û gelek alternatîf derketin holê."

"Li Tirkiyeyê tu pirsgirêka azadiya çapemeniyê nemaye"

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun: "Hin kes di vê mijarê da manîpulasyonê dikin. Li Tirkiyeyê di mijara azadiya çapemeniyê da tu pirsgirêk tuneye."

Altun daxuyaniyek da rojnameya Daîly Sabahê û daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya ku li ser hesabê xwe ya twîtterê li çapemeniyê dabû rexne kir û wiha got:"Em ji vir bangî Amerîkayê dikin bila li ser çapemeniya me êdî dev ji van maîpulasyonan berdin. Hin kes di vê mijarê da manîpulasyonê dikin. Li Tirkiyeyê di mijara azadiya çapemeniyê da tu pirsgirêk tuneye. Rexneyên di vê meseleyê da tên kirin bi temamî siyasî û îdeolojîk in."

Altun got ku Serokomar Recep Tayîp Erdogan 17 sal e li îqtîdarê de ye û wiha axivî:"Vê heyamê di demokrasî, mafên mirovî û azadiya xwe îfadekirinê da Tirkiyeyê pêngavên girîng avêtin. Bi saya vê medya mezin bû û gelek alternatîf derketin holê. Niha li Tirkiyeyê gelek têlevîzyon, rojname, malper û platformên ku nêrîna wan ya îdeolojîk cuda ye hene. Li van saziyan kesên dixwazin dikarin fikirên xwe yên mixalif îfade bikin. Esas binihêrin hûnê baş bibînin ku nivê çapemiyê dijî hikûmetê û Erdogan e. Di rewşeke wiha da alîgirên hikûmetê helbet wê hebin. Ev jî normal e. Rastî ev e. Dîsa jî hin dewlet, şexs û sazî bi hinceta binpêkirina mafan û azadiya çepameniyê me rexne dikin. Têkvedana van mijaran midaxeleya karên navxweyî yên dewletan e. Ev tiştekî xelet e. Ev welatên xwedî vê nêrînê bila ewil xwe binihêrin. Eger wisa nekin xirabiyên ew dikin, ferq û cudahiyên dikin, feqirî û neyartiya wan ya dijî Îslamê wê bê rojevê."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE