Li Tûnceliyê 301 kesên di rê da mabûn hatin xilaskirin

Li Tûnceliyê ji ber aşîta ku di ser rêyan da ket 57 wesayîtên di nav wan da 6 otobêsên rêwiyan hene asê man û 301 kes di rê da man

Li Tûnceliyê 301 kesên di rê da mabûn hatin xilaskirin

Li Tûnceliyê ji ber aşîta ku di ser 2 rêyên cuda da ket 57 wesayîtên di nav wan da 6 otobêsên rêwiyan hene asê man û 301 kes di rê da man, piştî xebata ekîban rêwî û wesayît hatin xilaskirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, aşît di ser rêbeja Tûncelî-Pulumur-Erzincanê da ket, 6 otobês, 2 tir û 47 wesayît bi 236 rêwiyan di rê da man, piştî xebata ku 5 saetan li ber xwe da gihîştin wesayît û rêwiyan.

Ji ber aşîta ku di ser rêya Tûncelî-Ovacikê da ket jî 65 kesên di 8 wesayîtan da mehsûr man. Piştî ku rê hat vekirin wesdayîtan di rêya xwe da dewam kirin.

Di daxuyaniyê da Wekîlê Şaredar û Waliyê Tûnceliyê Tuncay Sonel wiha got:

"Ji bo ku bi lez welatiyên me yên di rê da mane werin xilaskirin ekîbên me bênavber xebitîn. Ji bo welatiyên me mexdûr nebin me ew li otel, wargehên xwendekaran û salonên sporê xistin mêvan. Xebatên me yên vekirina rêyan bênavber dewam dikin. Me nika rêyên Tûncelî-Ovacikê û Tûncelî-Elezîzê yên ji ber aşîtê hatibûn girtin ji çûyîn û hatinê ra vekir. Li rêbeja Tûncelî-Pulumur-Erzincanê jî ekîbên me bênavber dixebitin. Di nav çend saetan da em ê wê rêyê jî vekin."

Ji ber aşîta ku di ser 2 ciyên rêbeja Tûncelî-Pulumur-Erzincanê da ketibû rê kêmzêde 2 saetan ji çûyîn û hatinê ra hatibû girtin. Piştî xebata ekîban rê hatibû vekirin û rêwî û wesayît jî hatibûn xilaskirin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE