Li Tûnisê kabîneya nû hat eşkerekirin

Kabîneya nû ji 30 wezîran û 2 katibên dewletê pêk tê

Li Tûnisê kabîneya nû hat eşkerekirin

 Li Tûnisê Îlyas el-Fahfahê ji bo avakirina hikûmetê hatibû wezîfedarkirin kabîneya nû eşkere kir.

Fahfah lîsteya kabîneya nû li Qesra Kartacayê pêşkeşî Serokomar Qeys Seîd kir û paşê daxuyanî da çapemeniyê.

Fahfah got kabîneya nû ji 30 wezîran û 2 katibên dewletê pêk tê û ji koalîsyoneke berfireh hatiye avakirin.

Fahfah anî ziman avakirina kabîneyê zehmet bû, lê di kabîneyê da kesên durist, pêbawer û yên ji partiyên siyasî hene ev jî hêviyeke nû dide gel.

Lîsteya kabîneya nû ya Fahfah wiha ye:

1- Wezîrê Edaletê Sureyya el-Cerîbî

2- Wezîrê Karên Navxweyî Hîşam el-Meşîşî

3- Wezîrê Parastinê Imad el-Hazekî

4- Wezîrê Karên Derva Nuredîn er-Ray

5- Wezîrê Darayiyê Mihemed Nizar Yaîş

6- Wezîrê Emlaqa Dewletê û Karên Gayrimenkulê Xazî eş-Şewaşî

7- Wezîrê Pêşketin, Veberhênan û Hevkariya Navneteweyî Mihemed Selîm el-Ezabî

8- Wezîrê Perwerdeya Pîşeyê û Xebatê Fethî Bîlhac

9- Wezîrê Karên Civakî El-Hebîb el-Keşu

10 - Wezîrê Gihandin û Berpirsyarê Lojîstikê Enver Maruf

11- Wezîrê Dewletê yê Ji Karên Herêmî Berpirsyar e Lutfî Zeytûn 

12 - Wezîrê Çandiniyê Ûsame el-Haricî

13 - Wezîrê Pîşesaziyê Salih bîn Yusif

14 - Wezîrê Vejen û Madenê Muncî Merzuk 

15 - Wezîrê Turîzmê Mihemed Elî et-Tumî

16 - Wezîrê Bazirganiyê Mihemed el-Meslînî

17 - Wezîrê Hawîrdorê Şukrî Bîlhasen

18 - Wezîrê Ragihandinê Mihemed Fadil Kerîm

19 - Wezîrê Îskanê Munsîf el-Sileytî

20 - Wezîrê Karê Dînê Ehmed Ezum

21 - Wezîra Jin, Malbat û Zarokan Esma es-Suheyrî

22 - Wezîrê Tenduristiyê Ebbdullatîf el-Mekkî

23 - Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolîna Zanistî Selîm Şura

24 - Wezîrê Perwerdeyê Mihemed el-Hemîdî

25 - Wezîrê Werziş û Ciwaniyê  Ehmed Kalul

26 - Wezîrê Çandê Şîraz el-Uteyrî

27 - Wezîrê Dewletê yê Ji Têkoşîna Dijî Gendelî û Xizmeta Kamuyê Berpirsyar e yê Di Bin Banê Serokwezîr Da Mihemed Abbu

28 - Wezîrê Dewletê yê Ji Mafên Mirovan, Şaxên Qanûna Bingehîn û Têkiliyên Civaka Sivîl Berpirsyar e El-Ayyalî el-Humamî

29 - Wezîrê Dewletê yê Di Bin Banê Serokwezîr Da Ji Têkiliyên Bi Parlamentoyê Ra Berpirsyar  e Elî el-Hafsî

30 - Katiba Wezîrê Karên Derva Selma en-Neyfer

31 - Katibê Dewletê yê Çandiniyê yê Ji Karên Avê Berpirsyar e Akise el-Bahri

32 - Wezîrê Dewletê yê Di Bin Banê Serokwezîr Da ji Projeyên Mezin Berpirsyar e Lubna el-Cerîbî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE