Li TRTê ji bo rêveberiyê tayînên nû

Bi Biryarnameya Serokomariyê ya di Rojnameya Fermî da weşiya va madeya 536emîn a Biryarnameya Serokomariyê ya Jimare 4 a bi sernavê "Lijneya Rêveberiyê" ya Saziya Radyo-Têlevîzyon a Tirkiyeyê (TRT) jinûva hat verastkirin û awayê rêveberiya TRTyê hat guhertin.

Li TRTê ji bo rêveberiyê tayînên nû

Ji bo Midûriyeta Giştî ya TRTyê Prof. Dr. Mehmet Zahid Sobaci û ji bo Serokatiya Lijneya Rêveberiyê ya TRTyê jî Prof. Dr. Ahmet Albayrak hatin tayînkirin.

Bi Biryarnameya Serokomariyê ya di Rojnameya Fermî da weşiya va madeya 536emîn a Biryarnameya Serokomariyê ya Jimare 4 a bi sernavê "Lijneya Rêveberiyê" ya Saziya Radyo-Têlevîzyon a Tirkiyeyê (TRT) jinûva hat verastkirin û awayê rêveberiya TRTyê hat guhertin.

- Hejmara endamên Lijneya Rêveberiyê bû 9

Bi verastkirina nû va Midûriyeta Giştî ya TRTyê û Serokatiya Lijneya Rêveberiyê ya TRTyê ji hev hatin veqetandin. Li gorî biryara nû, Serokatiya Lijneya Rêveberiyê dê wekî "organa biryarê", Midûriyeta Giştî jî dê wekî "organa îcrayê" kar bike. Bi guhertina hat kirin va jî hejmara endaman ji 7an derket 9an.

Her wisa bi biryara ku di heman hejmara Rojnameya Fermî da hat weşandin va ji bo şûna Îbrahîm Erenê ku 4 sal maweya peywira wî temam bû, tayînên nû hatin kirin.

Bi biryara ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan di Rojnameya Fermî da weşiya va ji bo Midûriyeta Giştî ya TRTyê Prof. Dr. Mehmet Zahid Sobaci û ji bo Serokatiya Lijneya Rêveberiyê ya TRTyê jî Prof. Dr. Ahmet Albayrak hatin tayînkirin.

Îbrahîm Eren 2013an wekî Alîkarê Midûrê Giştî yê TRTyê, Tîrmeha 2017an jî wekî Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê TRTyê hatibû tayînkirin. Eren 4 salan wekî Alîkarê Midûrê Giştî, 4 salan jî wekî Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî, wate 8 salan di TRTyê da peywir anî cih.

- Lijneya Rêveberiyê ya nû ya TRTyê

Bi biryara ku di Rojnameya Fermî da weşiya, her wisa endamên nû yên Lijneya Rêveberiya TRTyê jî hatin tayînkirin. Lijneya nû ji van kesan pêk tê: Prof. Dr. Ahmet Albayrak, Prof. Dr. Mehmet Zahid Sobaci, Doç. Dr. Oguz Goksu, Atakan Yilmaz, Mucahid Eker, Doç. Dr. Oguzhan Bilgin, Hilal Kaplan Ogut, Meryem Îlayda Atlas Çetin, Doç. Dr. Veysel Kurt.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE