Li TRTê pêşaneya destana 15ê Tîrmehê

Li baxçeyê TRT’ê derbarê wê şeva tarî de pêşenayek hat vekirin

Li TRTê pêşaneya destana 15ê Tîrmehê

Derbarê detana 15ê Tîrmêhê de li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. Yek ji wan cihan jî avahiya TRT’ê bû. Li baxçeyê trt’ê derbarê hewla darbeya 15ê tîrmehê de pêşaneyek hat vekirin. Midûrê Giştî yê TRT’ê Îbrahîm Eren jî beşdarî pêşaneyê bû got; xwedê careke din êşeke wisa nîşanîn gelê me nede.

Di ser hewla darbeya têkçûyî ya 15ê Tîrmehê re 3 sal derbas bûn.

Gelê Tirkiyê berxwedaneke bêhempa nîşan da û rê neda darbekaran.

Ew şeva tarî û xayîniyê bi tu awayî nehat jibîrkirin.

Di çarçoveya bibîranîna destana 15ê Tîrmehê de li gelek devaran çalakî hatin lidarxistin.

Yek ji wan cihan jî kampusa TRT’ê bû.

Li baxçeyê TRT’ê derbarê wê şeva tarî de ku çi qewimîbû, gel detaneke çawa nivîsandibû, bi wêneyan hate nîşandan.

Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren û rêvebirên bi wî re hatin li pêşaneyê geriyan.

Eren di pêşaneyê de axivî û bal kişand ser destana 15ê Tîrmehê û got:Xwedê carekê din êşeke wisa nîşanî gelê me nede. 3 sal berê tu kesî îxtîmal nedida ku bûyereke wisa çêbibe. Nedihat bîra tu kesî ku ku darbe were kirin. Di hewla darbeyê de yek ji wan cihên di dehefên darbekaran de, TRT’ bû. wê şevê em li vir bi gel re li dijî darbekaran rabûn. Piştî nêzî 3 seatan me avahî ji darbekaran xilas kir. Gel fedakariyeke mezin kir. Ji bo vê berxwedanê em wek TRT spasî hemû kesan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE