Li Tunceliyê 6 terorîst hatin bêtesîrkirin

Li Tunceliyê yek ji lîsteya şîn, yek ji ya turuncî 2 terorîst hatin girtin...

Li Tunceliyê 6 terorîst hatin bêtesîrkirin

Leşker di nav berf û heriyê de li dû terorîstan in…

Li Tunceliyê 6 terorîst hatin bêtesîrkirin. Hat tespîtkirin ku ji wan yek di lîsteya şîn, yek jî di lîsteya turuncî de ye. ji bo girtina Celal Kaya milyonek û nîv û ji bo Haydar Gül jî 600 hezar lîre xelat hatibûn danîn.

Hêzên ewlekariyê têkoşîna li dijî terorê bênavber didomînin.

Serkeşên rêxistina terorî yeko yeko têne girtin.

Li çoltera Dersîmê bi terorîstan re pevçûn derket.

Di pevçûnê de 6 terorîst hatin bêtesîrkirin.

Di xebata diyarkirina nasnameyan de derket ku ji wan 2 qaşo serkeşên rêxistinê ne.

Hat tespîtkirin ku ji terorîstan yek Cemal Kaya ye ku nasnavê wî Doğan Serhed e. Ji bo girtina Cemal Kaya milyonek û nîv xelat hatibû danîn û di lîsteya şîn de bû.

Ji terorîstan yek jî di lîsteya turuncî de bû. Navê wî Haydar Gül nasnavê wî jî Baran bû. ji bo girtina Haydar Gül 600 hezar lîre xelat hatibû eşkerekirin.

Li wanê jî di şertên zivistanê yên zor û zehmet de operasyon dewam dikin.

Di operasyona li çoltera Elbakê de gelek malzemeyên terorîstan hatin dîtin.

Dîroka nûkirinê: 10 Gulan 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE