Li Tunceliyê 7 hezar û 500 lire ceza dan kesê hat tesbîtkirin ku nêçîra kewan kiriye.
Peywirdarên Şaxa Tunceliyê ya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê (DKMP) li cihên cuda yên bajêr kontrolên xwe yên dijî nêçîrvaniya qaçax didomînin.
Ekîb car carna li çolwarê bajêr kontrolan dikin û tesbît kirin ku kesekî bi qaçaxî nêçîra 3 kewên gozel kiriye.
Der heqê nêçîrvanê qaçax da ji ber sûcê "mixalefata Qanûna Nêçîrvaniya Bejayê" ya bi nimreya 4915, miameleyên îdarî hat kirin ê bi tevahî 7 hezar û 500 lire ceza hat dayîn.
Personelên DKMPyê dest danîn ser kewên ku hatine girtin û tifinga bê ruxset.
AA