Li Tunceliyê berfînan kulîlk veda

Bi hatina biharê ra erd reş bû û li Ovacika navçeya Tunceliyê berfînan kulîlk veda

Li Tunceliyê berfînan kulîlk veda

Bi hatina biharê ra erd reş bû û li Ovacika navçeya Tunceliyê berfînan kulîlk vekir.

Li navçeya ku zivistan li bi zor û zehmetî derbas dibe her sal di nîsanê da berf dihele, erd reş dibe û berfînên ku di zanistanê da jê ra dibêjin eranthis hyemalis kulîlk vedidin.

Li dinyayê 15 cureyên berfînên ku ji famîlyeya kulîlkên dawetê ne hene. Berfînên ku koka wan pîvaz e bi bejna xwe ya 10-15 santêmî va ji kulîlkên narîn in. Li Tirkiyeyê cureyeke berfînan heye. Biharê dema kulîlkên koka wan pîvaz in kulîlk vedikin berfîn jî kulîlk vedikin û hetanî gulanê tên dîtin.

Ozkan Aktîmurê ji gelê herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Ovacika navçeya Tunceliyê her demsal e xwedî xweşikahiyeke cuda ye.

Aktîmur destnîşan kir ku îsal zivistan zor derbas bû û wiha axivî: "Piştî zivistana zor û zehmet li navçeya me bû bihar. Berf dihele, erd reş dibe û ax bi xwe va tê û kulîlk vedikin. Em ê bihareke xweş û bi kêf bibînin."

Dîroka nûkirinê: 06 Nîsan 2019, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE