Li Tunceliyê bi 3 kesan ra "varyanta Deltayê" ya Kovîd-19ê hat tesbîtkirin

"Der barê vayranta Deltayê da pirsgirêka esil ev e, bi taybetî di nav ciwanan da dibe sedema nexweşiyê. Helbet di vê yekê da tesîra wê jî heye ku bê aşî ne"

Li Tunceliyê bi 3 kesan ra "varyanta Deltayê" ya Kovîd-19ê hat tesbîtkirin

Li Tunceliyê bi 3 kesan ra varyanta Deltayê ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin. 

Jin û mêrekî ji Iraqê hatiye û eqrebayekî wan bêhal ketin û li ser vê bi gumana Kovîd-19ê çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.

Xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneyê testa her 3 kesan kir û hat tesbîtkirin ku bi varyanta Deltayê ya Kovîd-19ê ketine. Kesên navborî li îkametên wan hildan bin karantînayê. 

Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Çagdaş Ozdemir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber seyahatên ji bajarên hawirdor varyanta Deltayê hat dîtin. 

Ozdemir got ku varyanta Deltayê li malekî tenê hatiye dîtin û got ku "Lêbelê xuya ye ku ji niha pê va waqie dê bêtir di varyanta Deltayê da bin. Der barê vayranta Deltayê da pirsgirêka esil ev e, bi taybetî di nav ciwanan da dibe sedema nexweşiyê. Helbet di vê yekê da tesîra wê jî heye ku bê aşî ne. "

Ozdemir diyar kir ku di waqieyên varyanta Deltayê da maweyên îzolasyonê piçek din dirêj e û got ku "Rêjeya pozîtîfbûnê piçek din dereng dibe. Heta roja 14emîn varyatên Deltayê pêkan e ku pozîtîf bin. Ji xeynî wê niha li bajarê me jimara waqieyan gelekî kêm bûye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE