Li Tunceliyê bi tesîra sermayê qiraviyê avêt dar û nebatan

Navçeya Ovacixê ya raqim 1500 û her demsal xweşik û sipehî, bi barîna berfê ra spîçîl bû.

Li Tunceliyê bi tesîra sermayê qiraviyê avêt dar û nebatan

 Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi tesîra sermayê, dar û nebatan qiravî girt.

Navçeya Ovacixê ya raqim 1500 û her demsal xweşik û sipehî, bi barîna berfê ra spîçîl bû.

Li navçeya ku stûriya berfê cih cihan gihîşt metreyekê, ji ber ku nîvê şevê germahiya hewayê daket bin sifirê, dar û nebatan qiravî girt.

Bi girtina qiravê va dîmena dar û nebatan pir sipehî bû û digel Çiyayên Munzurê yên di bin berfê da menzereyeke xweşik çêbû.

Wênegirên ji navçeyê jî digel sir û seqemê derketin derva û wêneyên vê menzereya xweşik kişandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE