Li Tunceliyê di operasyona li herêma Ali Bogazi ya li navçeya Xozatê da depo û stargeha terorîstan hatin îmhekirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê di çarçoveya Operasyona Eren Abluka-7ê da operasyonên xwe yên dijî rêxistina terorê didomînin.
Hêzên ewlekariyê di vê çarçoveyê da li herêma Ali Bogazi ya li navçeya Xozatê operasyon li dar xist. Ekîbên ku çil û çiya baş kontrol kirin, depo û stargeheke terorîstan tesbît kirin.
Di lêgerîna depo û stargehê da 20 blokên pîlan, 17 tûpên mezin, 12 tûpên piçûk, tablet, cihaza tesbîta sinyalê, cihaza qeydkirina deng, 35 pîlên mezin, 50 pîlên piçûk, 30 kincên terorîstan, 20 solên werzişê, 2 çenteyên piştê, 350 metre naylonê serayê, 80 metre branda, 30 betanî, ocaxa metbexê, 4 lembeyên destan, 10 roniyên destan, radyo, 10 birek, 30 mûm, 4 şemsiye û gelek alavên tibî, xurek û jiyanê hatin bidestxistin.
Ekîbên cendirmeyê depo û stargeh îmhe kirin.
AA