Li Tunceliyê di rezan da mesaiya berhevkirina tiriyan dest pê kir

Biharê welatî li rezan erdê çape dikin û av didin û her wiha payîzê jî tiriyên ku digihîjin berhev dikin.

Li Tunceliyê di rezan da mesaiya berhevkirina tiriyan dest pê kir

Li Tunceliya ku debara sereke çandinî û heywandarî ye, digel darên gûz û tûyê, rezên tiriyan ên ku hema hema li her gundî heye jî ji bo gelê herêmê dahatê tîne.

Biharê welatî li rezan erdê çape dikin û av didin û her wiha payîzê jî tiriyên ku digihîjin berhev dikin.

Welatî ji tiriyên ku kom dikin jî bestîq, dims, benî an jî mewûj çêdikin.

Her wisa tirî bala hirçên boz û berazên kovî yên birçî jî dikişîne.

Şêniyên gundan ji bo ku hirç û beraz zirarê nedin rezan, bi şev di dest wan da lembe, digel kûçikên Kangal nobedê digirin.

Tiriyên cur be cur ên ku gelek navên wan hene yên navçeyên wekî Pertek, Çemîşgezek û Pulumurê nexasim bo parêzgeh û navçeyên cîran jî tên şandin û firotin.

Xelkê gundê Salordekê yê Pulumurê Yusuf Topçu yê xwedîrez, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi salan e ew vî karî dike û hin zehmetiyên vî şixulî hene.

Topçu bal kişand, ji bo ku tirî baş û bi qalîte bibin, ew bihar û havînê hin xebatan dike û wiha dewam kir, "Karekî giran e, divê mirov zehf kedê pê ra bibîne. Niha jî dema berhevkirina tiriyan e. Mirov nikare wekî yekmirov tiriyan berhev bike, lewma jî em di rezan da 3-4 kes dixebitin û tiriyan berhev dikin."

Topçu diyar kir, ji bo ku heywanên beyanî zirarê nedin rezan, ew bi şev nobedê digirin, carinan jî beraz zirarê didin rezan.

Topçu got ku ew alîkariyê didin hev û tiriyan wisa kom dikin û wiha dewam kir, "Em li rez tiriyên ku dikevin erdê ji bo bastêqê kom dikin. Ev tirî bi temamî xwezayî ne, qet nehatine dermankirin."

Turan Sirê ku li Pertekê karê baxvaniyê dike jî diyar kir, ew tiriyan dikin dims, bestîq û benî.

Sir bal kişand ku rezvanî karekî giran e û wiha dewam kir, "Tiriyên vê derê bi rastî jî pir bi qalîte ne. Tiriyên baxên Pulumurê pir baş in. Em berhemên xwe yên tiriyan bi piranî difiroşin bazirganên ji Pertek û Tunceliyê û ew dibin dervayî bajêr û difiroşin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE