Li Türki̇yê xwêya herî xweş û biqalîte li pilemûra dêrsimê tê hilberîn. Xwêya ku li tesîsên herêmê bi rê û rêbazên sirûştî tê çêkirin, li çar aliyên welêt tê firotin.
Wextê mirov dibîne, dibêje qey berf e lê ew ne berf e.
Ew xwêya çilsipî ya Pilemûra Dêrsimê ye.
Piştî hewa bi têra xwe germ bû, li Gonelî, Xiber û Balpayama Pilemûrê hilberîna xwêya xwarinê dest pê kir.
Xwêya ku ya herî baş a Türkiyeyê tê qebûlkirin li newalên Pilemûrê bi avên kaniyan, di hewzan de bi awayekî siruştî tê çêkirin.
Xelkê herêmê bi salan in bi hilberîna xwêyê debara xwe dikin.