Li Tunceliyê hirçên boz ketin axil 70 mî mirar kirin

Li Tunceliyê hirçên boz ketin axil 70 mî mirar kirin

 Li Pulumura navçeya Tunceliyê hirçên bozketin axilekî 70 mî mirar kirin.

Bi şev hirçên boz ketin goma Ozkan Ozdemirê li gundê Goneliyê heywandariyê dike.

Di gomê da kêmzêde 150 mî hebûn û hirçan 70 mî mirar kirin hinekên wan jî birîndar kirin, piştî ku kûçik ewtiyan jî ji herêmê dûr ketin.

Ozdemirê şeveqê zû çû goma xwe dît ki hirç ketiye nav pezê wî û haya rayedaran pê xist.

Ekîbên Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê hatin dewsa bûyerê û der barê pezê mirarbûyî û birîndar da rapor nivîsîn.

Hat ragihandin ku ew ê pezê mirarbûyî çal bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE