Li Tunceliyê jin bi dahata kafeteryayê "qencî"yê dikin

Aras piştî ku bi qasî 43 salî li Almanyayê jiya di 2019an da vegeriya û li memleketê xwe Tunceliyê bi cih bû.

Li Tunceliyê jin bi dahata kafeteryayê "qencî"yê dikin

Li Tunceliyê Aygul Arasa 63 salî û 4 hevalên wê, bi dahata kafeteryaya ku vekirin alîkariya hewcedaran, xwendekaran û ajalên kuçeyan dikin.

Aygul Aras piştî ku bi qasî 43 salî li Almanyayê jiya di 2019an da vegeriya û li memleketê xwe Tunceliyê bi cih bû.

Arasa ku li bajêr wekî xêrxwazekê tê naskirin, tevî 4 hevalên xwe yên ku li Almanyayê dijîn, projeyek cîbicî kir ku jin bên îstixdamkirin.

Di çarçoveya projeyê da Arasê û hevalên wê li ser Kuçeya Hunerê ya Taxa Mogultayê kafeteryayek vekirin û bi vê va jî derfet dan 7 jinan ku di pozîsyona kasiyer, firaqşo, aşpêj, garson da bixebitin.

Di kafeteryayê da ji xeynî xwarinên herêmî, şêranî û cureyên borekan jî tên çêkirin. Xwediyên kargehê her wisa beşeke dahata kargehê jî ji bo ku alîkariya însanan bikin, vediqetînin.

Li ser cama kargehê nivîsa, "Ji sedî 5ê dahata vê projeyê ji bo ajalên kuçeyan, ji sedî 5ê wê ji bo hewcedaran û ji sedî 10ê wê jî ji bo xwendekaran wekî alîkarî tê dayîn" hatiye daliqandin.

Şirîka kargehê Aygul Arasê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, piştî ku ew 43 salan li dervayî welêt jiya, ew vegeriya memleketê xwe Tunceliyê.

Arasê destnîşan kir, wê tevî 4 hevalên xwe yên li Almanyayê ev proje cîbicî kir ku li Tunceliyê sûdê bidin qada îstixdamê.

Arasê bal kişand, wan di çarçoveya projeya xwe da cih da jinan û wiha got, "A niha 7 xebatkarên me yên jin hene. Wekî xwarin, em xurekên herêmî û yên malan û her wiha cureyên şêraniyan çêdikin."

Arasê diyar kir ku armanca wan a sereke ya ji vê projeyê ew e ku alîkarî û piştevaniyê bikin û wiha dewam kir:

"Digel hevalan me serê xwe êşand ku em çawa dikarin alîkariya ajalên kuçeyan, malbatên hewcedar û xwendekaran bikin. Di vê çarçoveyê da me biryara vekirina kafeteryayê da. Piştî ku me lêçûnên kargehê hesibandin, em fikirîn ku em ji sedî 5ê dahata kargehê ji bo ajalên kuçeyan, ji sedî 5ê wê ji bo hewcedaran û ji sedî 10ê wê jî ji bo xwendekaran terxan bikin. Her wisa me kargeha xwe li ciyê herî xweş ê Tunceliyê, li ser Kuçeya Hunerê vekir."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE