Li Tunceliyê konferansa Sari Saltik hat lidarxistin

Cemxaneya Tunceliyê ji bo danasîn û bîranîna derwêşê mezin civiya

Li Tunceliyê konferansa Sari Saltik hat lidarxistin

Li Dêrsîmê ji bo bîranîna sari saltikê yek ji Şagirtên Mezin ên Hecî Bektaşê Welî, “xebata ocaxa Sari Saltik a navneteweyî” hat destpêkirin. ligel pêşeng û mezinên elewiyan, payebilindên bajêr jî beşdarî konferansê bûn.

Derwêş Sari Saltik yek ji şagirtên mezin ên Hecî Bektaşi Welî ye.

Lê ev şexsiyetê mezin ji aliyê gelek kesan ve naye zanîn û derbarê xebatên wî de kêm tişt tên zanîn.

Cemxaneya Dersîmê ji bo bîranîn û danasîna Derwêş Sari Saltik “Xebata Ocaxa Sari Saltik a Navneteweyî” da destpêkirin.

Ligel mezin û pêşengên Elewiyan, Walî û Wekîlê Şaredar Tuncay Sonel û payebilindên bajêr jî beşdarî vekirina xebatê bûn.

Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel: ”Sari Saltik ji Xorosanê derdikeve û tê vê derê. Ev der bajarê Sari Saltik e. Divê em ji zarok û ciwanên xwe re behsa wî bikin. Behsa xebatên wî bikin.”

Di konferansê de ji 3 dewlet û 38 bajaran beşdar hebûn.

Konferans bi axaftina pêşengên Elewiyan û akademîsyenan dewam kir.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2018, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE