Li Tunceliyê Navenda perwerdeya raftîngê ya ewil

Navenda perwerdeya raftîngê ya ewil a Tirkiyeyê li Tunceliyê hat vekirin.

Li Tunceliyê Navenda perwerdeya raftîngê ya ewil

Navenda perwerdeya raftîngê ya ewil a Tirkiyeyê li Tunceliyê hat vekirin.

Navend bi alîkariya Walîtiya Tunceliyê li rexê Çemê Munzurê ya li tanga Taxa Moxoltayê hat vekirin. Li ser daxwaza Fîkret Yardimciyê Serokê Duduyan ê Federasyona Raftîngê ya Dinyayê û Serokê Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê di lijneya rêveberiyê da biryar hat dayîn ku navê navendê wekî "Navenda Perwerdeya Raftîngê ya Walî Tuncay Sonel" danîn.

Tuncay Sonelê Wekîlê Şaredar û Waliyê Tunceliyê di merasima vekirinê da axivî û bi bîr xist ku dema walî li bajarekî dixebitin û tayîna wan derdikeve navê wî li tiştekî dikin, ew hê li Tunceliyê li ser wezîfeyê ye û navê wî li ciyekî kirin ji ber vê kêfxweş e.

Sonel got Tuncelî êdî bajarê aramiyê ye û wiha axivî: "Îsal li Tunceliyê cara ewil Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin. Înşellah sala pêşiya me jî Şampiyonaya Raftîngê ya Dinyayê ew ê cara ewil were lidarxistin. Çemê Munzurê êdî bi sporên avê, raftîngê û sporên tebîetê tê zanîn."

Sonel diyar kir ku navenda raftîngê ew ê tevkariyê bide bajêr û wiha pê da çû: "Înşellah zarok û ciwanên Tunceliyê ew ê li vê derê perwerde bibin ji welat û gelê xwe ra karên baş bikin. Daxwaza me ew e ku di taxima neteweyî da tevlî pêşbaziyan bibin û sirûda me ya neteweyî bixwînin. Daxwaza min ew e ku navenda perwerdeyê ji her kesî ra bi xêr be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE