Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku li herêma Çiyayê Mircanê yê Tunceliyê bi beşdariya 1060 personelî va ji ber destê sibê pê va Operasyona Eren Zivistan-6ê dan destpêkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku ji bo PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt derxin, terorîstên tê nirxandin li herêmê sitar dibin berteref bikin li Tunceliyê perasyona Eren Zivistan-6ê dan destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 1060 personelên 72 tîman wezîfeyê dikin û di nav wan da serbezên jin jî hene.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyonên Eren Zivistanê bi piştgiriya welatiyan bi biryardarî dewam dikin.
- Wezîr Soylu operasyon îlan kir
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di bernameya Girtinê ya Perwerde û Rêvabirina Afatê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê da axivî û diyar kir ku li herêma Çiyayê Mircanê yê Tunceliyê bi beşdariya 1060 personelî va ji ber destê sibê pê va Operasyona Eren Zivistan-6ê dan destpêkirin.
AA