Li Tunceliyê pevçûn: 2 şehîd, 2 birîndar

Li Tunceliyê di operasyona dijî rêxistina terorê da 2 esker şehîd ketin

Li Tunceliyê pevçûn: 2 şehîd, 2 birîndar

Li herêma Tunceliyê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorê da pevçûn derket. Di pevçûnan de 2 esker şehîd ketin û 2 esker jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, tîmên Fermandariya Cendermeya Bajêr dijî rêxistina terorê derket operasyonê.

Tîman li çolterên bajêr komeke terorîstan tespît kir û piştra pevçûn derket. Di pevçûnan de 4 esker birîndar bûn.

Eskerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê. Ji eskerên birîndar 2yê wan li nexweşxaneyê şehîd bû.

Operasyonên dijî rêxistina terorê li herêmê dewam dikin. 

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE