Li Tunceliyê Serokê Bajêr yê HDPyê hat binçavkirin

Di operasyona terorê da Hidir Çîçekê Serokê Bajêr yê HDPyê û 2 rêvebirên partiyê jî di nav da 8 kes hatin binçavkirin.

Li Tunceliyê Serokê Bajêr yê HDPyê hat binçavkirin

Li Tunceliyê di operasyona terorê da Hidir Çîçekê Serokê Bajêr yê HDPyê û 2 rêvebirên partiyê jî di nav da 8 kes hatin binçavkirin.

Li gor agahiya ku hat hildan, di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê dike da Çîçekê Serokê Bajêr yê HDPyê û 2 rêvebirên partiyê jî di nav da ji bo 8 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriya Emniyeta Tunceliyê operasyon kir û Çîçek jî di nav da 7 gumanbar binçav kirin.

Hat gotin ku bersûc birine emniyetê û karên wan hê dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 11:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE