Di operasyona li Pulumura navçeya Tunceliyê da stargeheke 5 menzelî ya terorîstan hat serobinkirin.
Walîtiyê daxuyanî weşand û ragihand ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr di çarçoveya Operasyona Eren-7 Mercan Munzurê da li gundewara Pulumurê operasyon li dar xistin.
Di kontrolan da hêzên ewlehiyê li stargeheke terorîstan a 5 menzelî dît û îmhe kirin.
Ji stargeha hat îmhekirin 850 fişekên M-16an, 350 fişekên bîksiyê, 2 şarjorên kaleşnîkofê, bêtêlek, 15 tupên mezin, 13 tupên biçûk, jeneratorek, 50 lître mazot, 10 lître qazyaxî, 9 blokên pîl, 100 metre qabloya ceyranê û hinek tiştên din hatin derxistin.
AA