Li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê çêjikên simolekan ên li tebîetê hatin dîtin hildan bin parastinê.
Li Nazimiyeya bi xweşikahiyên tebîetê û dîrokê tê zanîn welatiyekî di dema xebatên rê yên li daristanê da 3 têjikên simolekan dît.
Welatî simolek ji qula darê darxist û hilda parastinê paşê jî teslîmî Midûriyeta Şaxa Parkên Netewyî û Tebîetê ya Tunceliyê kir.
Wezîfedarên şaxê simolekan bi palamut, genim û findiqan xweyî dikin.
Dema têjik werin asta ku dikarin li tebîetê xwe xweyî bikin jî ew ê wan berî daristanê bidin.AA