Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyona li kirê Tuncelî-Ovacikê da tevî Îlker Tezer ku navê wî yê kod "Yusuf" e û qaşo berpirsê hêza Ovacikê yê TKP/ML-TÎKKOyê ye, 6 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin ku di operasyona Fermandariya Cendirmeyên Tunceliyê ya li kirê Ovacikê da pevçûn derket û di ecamê da 6 terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin û herwiha operasyon jî dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, hat tesbîtkirin ku di nava terorîstên berterefkirî da Îlker Tezer jî heye ku navê wî yê kod "Yusuf" e û qaşo berpirsê hêza Ovacikê yê TKP/ML-TÎKKOyê ye û herwiha di "Lîsteya Porteqalî ya Terorê" da ye.
Hat tesbîtkirin, terorîstê ku hat berterefkirin di gulana 2016an da li kirê Ovacikê tevî bûyera birîndarkirina du cendirmeyan û di tebaxa 2013an da jî tevî bûyera kuştina Alîşan Beyazgul bûye.
AA