Li Türkiyeyê 15 milyon kesî du dozên aşiya Kovîd-19yê li xwe xistiye

Li Türkiyeyê 15 milyon kesî du dozên aşiya Kovîd-19yê li xwe xistiye

Hejmara kesên di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da doza duduyan a aşiyê jî li xwe xist ji 15 milyonî derbas bû.

Bernameya aşîkirinê li Tirkiyeyê dewam dike, di çarçoveya "Stratejiya Pêkanîna Neteweyî ya Aşiya Kovîd-19ê da ji bo kesên ji 18 salî mezintir randevuya aşiyê hat vekirin û li navendên danûstandinê, balafirgeh, garên trên û otobêsan xizmeta aşîkirinê tê dayîn.

Welatî ji aşiyên Sînovac û BîoNTechê yekî dikarin tercih bikin.

Li gor daneyên li ser malpera "covid19asi.saglik.gov.tr"yê ya Wezareta Tenduristiyê hatin weşandin, ji saet 14.23yê 29ê hezîranê pê va hejmara kesên doza ewil a aşiyê hat lêxistin bû 33 milyon û 865 hezar û 886, hejmara kesên doza duduyan hat lêxistin jî bu 15 milyon û 127.

Li Stenbolê 6 milyon û 519 hezar û 139 kesî doza ewil, 2 milyon 454 hezar û 53 kesî doza duduyan, li Enqereyê 2 milyon û 783 hezar û 829 kesî doza ewil, milyonek û 256 hezar û 242 kesî doza duduyan, li Îzmirê 2 milyon û 249 hezar û 867 kesî doza ewil, milyonek û 18 hezar û 433 kesî doza duduyan a aşiyê li xwe xist.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE