Li Türkiyeyê ji 14 milyon û 371 hezar û 96 karkeran 2 milyon û 69 hezar û 476 karker endamên sendîqayê ne.
"Teblîxa ku li gor Qanûna Sendîqa û Peymana Kar a Komî ku jimara wê 6356 e û derheqê Îstatîstîkên Meha Rêbendana 2021ê ya Jimara Karker û Endamên Sendîqayan da ye" û ji aliyê Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî va hatiye amadekirin, di Rojnameya Fermî ya îro da hat weşandin.
Li gor vê, Turk-Îş bi milyonek û 131 hezar û 749 endaman va bû konfederasyona ku endamên wê herî zêde ye. Peyê Turk-Îş bi 711 hezar û 295 endaman va Hak-Îş, bi 193 hezar û 866 endaman va DÎSK tê.
Ji karkeran 25 hezar û 764 kes endamên sendîqayên serbixwe ne, 4 hezar û 127 kes endamê Ulkem Îşê, 1647 kes endamê Tum-Îşê û 1028 kes endamê Anadoluyê-Îşê ne.
Li Türkiyeyê ji 14 milyon û 371 hezar û 96 karkeran 2 milyon û 69 hezar û 476 karker "sendîqayî" ne. Rêjeya karkerên sendîqayî ji sedî 14,40 e.
AA