Li Turkiyeyê 224 hezar û 970 kes ji Kovîd-19ê baş bûne

Di 24 saetên dawîn de 1193 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 14 kesan din canê xwe ji dest dan

Li Turkiyeyê 224 hezar û 970 kes ji Kovîd-19ê baş bûne

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1193 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 14 kesan din canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 62 hezar û 219 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 326 hezar û 35an.

Di 24 saetên dawîn de 1193 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 241 hezar û 997an. 14 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 858an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1211 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 224 hezar û 970an.

Hejmara nexweşên giran 603, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 8,2 ye.

"Hejmara me ya testan nêzîkî asta dema herî bilind a pêvajoya şewbê ye"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara me ya testan nêzîkî asta dema herî bilind a pêvajoya şewbê ye. Rêjeya nexweşên aktîf ên 60 salî û mezintir, di nava nexweşan de, dema em li seranserê welêt dinerin, di asta ji sedî 20-25 de ye. Gumuşhane û Uşak bi ji sedî 35ê xwedî rêjeya herî bilind in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE