Bexşandina lebatan dibe wesîleya jiyanê. Li 8 bajarên girêdayê navenda koordînasyonê ya herêma Edeneyê, herî zêde li nexweşxaneya perwerde û lêkolînê ya bajêr ya mêrsînê lebat hatin bexşandin.
Ji kesên ku jiyana xwe ji dest didin, bi destûra wan yan jî ya mabata wan, lebatên wan tên girtin û wan lebatan neqlê nexweşên din dikin.
Bi vê wesîleya bexşandina lebatan nexweşên hewcedarê lebatan pak dibin û radibin ser xwe.
Li Tirkiyeyê gelek lebat tên bexşandin.
Ku em reqemên herêma Edeneyê dinêrin, xuya dike ku di nav 8 bajarên girêdayê Navenda Koordînasyonê ya Edeneyê de, herî zêde li Nexweşxaneya Bajêr ya Mêrsînê lebat hatine bexşandin.
Ev nexweşxane di lîsteya vê herêmê de bû nexweşxnaeya yekemîn û di lîsteya seranserê Tirkiyeyê de jî bû 7emîn nexweşxane ku herî zêde lebat hatine neqilkirin.
Li welêt hêj gelek nexweş li benda veguhestina lebatan in û ji bo jiyaneke baştir hêviya wan jî lebat in.