Li Turkiyeyê hejmara başbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 61 hezar û 446 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 263 hezar û 816an.

Li Turkiyeyê hejmara başbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1182 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 15 kesan din canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 61 hezar û 446 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 263 hezar û 816an.

Di 24 saetên dawîn de 1182 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 240 hezar û 804an. 15 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 844an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1103 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an.

Hejmara nexweşên giran 596, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 8,1 e.

"Li 25 wîlayetên me, ev 2 roj e nexweşên entube tune ne"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara me ya testan piçekî di bin asta duh re ku di seranserê şewbê de roja herî bilindbû re ye. Li Gazîentaba ku di demên nêzîk de bajareke pêktî lê gelekê zêde bûye, di hefteya dawîn de têkra hejmara pêketiyan ji sedî 10 daket. Li 25 wîlayetên me, ev 2 roj e nexweşên entube tune ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE